12/16/20

Polîtîkê ji xwe re antî-polîtîk*

 

Sala 2003yan yan jî 2004an bû. Her çend sal baş nayê hişê min, baş tê hişê min ku ji demsalan zivistan bû. Wê zivistana sar ez ê bi mînîbusekê ji Elezîzê biçûma Amedê ku ji wirê jî herim Misircê.
    Li gel ku Elezîz, Amed û Misirc ango Gurdilan bajarên welatekî ango bajarên Kurdistanê ne, him ji aliyê seqa û xwezaya xwe ve him jî ji aliyê niştecihên xwe ve deverên ji hev cuda ne. Li gel ku niştecihên van sê bajaran jî him kurmanc him jî kirmanc in, ji ber çi sedemê ye nizanim, him ji aliyê aîdiyet û sekna polîtîk ve him jî ji aliyê rabûn û rûniştinê ve ne kurmancên Elezîz, Amed û Misircê dişibin hev ne jî kirmancên wan.

8/13/20

Kuxdin

  

Kurdekî belkî ji kurdbûna xwe fedî dike belkî jî ji kurdbûnê “îstîfa” kiriye û loma naxwaze kes bizane ku kurd e, kir ku ez ji dosyeya xwe ya kurteçîrokan ya bi navê “Fuck, Germans” ku piştî bi nîvî bûbû dora xwe dabû novela “Berxê Nêr”, dosyeyeke din derxim. Navê dosyeya nû ku niha tê de 5 kurteçîrok hene dê “Kuxdin” be. Tenê çîrokên kurdên li Almanyayê dê bikevin nav vê dosyeyê.

    Çîroka dosyeyan li aliyekê, ez ê ji we re behsa wî kurdî bikim.

6/10/20

Klavyeya kurdî li ser bingeha ya înglîzî


Klavyeya kurdî li ser bingeha klavyeya înglîzî.
Min klavyeya înglîzî her wekî wê hişt û min tîpên kurdî li Alt Gr bi cî kirin. Tîpên kurdî yên girdek jî li Alt Gr + Caps Lockê ne.

5/15/20

Nasilsin tu yî!


Par na pêrar ku berê me dikete sala me ya çaran a li sirgûnî û xeribiyê, me hê nû bar kiribû mala xwe ya nû û em bi raxistin û rastkirina malê re mijûl bûn. 

Gava min bi alîkariya Mîr Baz textê wî yê razanê bi hev dixist, Mizgîna ku wê çaxê hê bi piyan neketibû, serpişto dirêjkirî bû û dikir gixegix. Lê çawa ku telefona hevala min Jiyanê lê da, gixegixa Mizgînê bû girî. 

4/30/20

Alfabeya Klasîkan û "ê" û "î"ya Beriya "y"yê


Beriya her du alfabeyên ku em kurd îro bi kar tînin (alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî û alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî) bên çêkirin alfabeyeke din ya kurdî hebû bi sedan salan dihat bikaranîn û hê jî tê bikaranîn.
Ev alfabe bêguman alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî ye ku li medreseyên Kurdistanê dihat fêrkirin, xwendin û pirtûk pê dihatin nivîsandin.
Dixwazim niha diyar bikim ku armanca vê gotarê ne ev e ku bêje ka kîjan alfabe ji bo kurdî baş e. (Her wisa çavkaniyên bi alfabeya berê ne destxetên resen in) Lê li dû nîqaşên li ser pêşniyarên Rêbernameya Weqfa Mezopotamyayê yên ji bo guhertina hin mijarên êdî di kurdî de bûne standard, min xwest fêm bikim ka çima zimanzan û rewşenbîrê kurd Celadet Bedirxan di alfabeya ku wî di kovara Hawarê de bi kar aniye de rêgezeke wisa daniye.
Ji bo bigihîjim encamekê min lê hewl da xwe bigihînin pirtûkên bi alfabeya berê hatine nivîsandin. Mixabin min tenê bergên rojnameya Kurdistanê, Dîwana Melayê Cizîrî, Mewlûda Melayê Batê û Eqîdeya Ehmedê Xanî peyda kir û li ser wan ketim pey “iy”an.

3/23/20

Zimanê tirkî kurdîkuj e


CUDAHÎ 1: ZÎLIK
THE DIFFERENCE 1: THE SPROUT
Meseleya kurdan û tirkan tiştekî ecêb e. Hin kurd dibêjin qey “tirk hema tirk e û tirkî jî wekî hemû zimanan zimanek e”.
Gelo wisa ye?
Her ku tirkî li mala me, taxa me, gundê me, bajarê me û welatê me xurt dibe, kurdî qels dibe. Em vê îro li seranserê bakurê Kurdistanê dibînin.
Ev rastiyek e. Li gorî vê rastiyê, tirkî wekî hemû zimanên din ne tenê zimanek e, tirkî kurdîkuj e.

3/10/20

Berxê nêr

Li ser xêrê be, dosyeya bi navê "Berxê nêr" do li dora 3yê şevê qediya.
Min di sala 2013-2014an de dest bi nivîsandina vê dosyeyê kiribû. Min plan dikir ku çîrokên "kurdên Marmarîsê" wekî kurteçîrokan binivîsim. Min serê dosyeyê di sala 2013-2014an de danîbû. Paşê min bala xwe bêtir dabû ser pirtûka fêrkirina Alfabeya Kurdî ya bi TÎpên Aramî. Paşêî jî sirgûniya 2016an.
Piştî şoka pêşî ya li dû serûbinbûna jiyan û pergala xwe ya li sirgûniyê, wergerandina çend pirtûk/çeyan rê neda min ku li vê dosyeyê vegerim. Piştî 3-4 sal ketin navbera destpêkirina dosyeyê, min dest bi dosyeya "Rêbernameya Sirgûniyê" kir. Ji ber ku di vê dosyeya ji karekî wêjeyî bêtir karekê hunera hevçax e de hinek "gotinên giran" hene, min temamkirin û çapkirina wê hişt bêhneke fireh. Piştî wê dosyeya nîvcohiştî, ji dêvla li "Berxê nêr" vegerim, min dest bi dosyeyeka din -a kurteçîrokan- "Fuck, Germans"ê kir.

2/15/20

Nirxandinek li ser Rêbera WMê û rexneyên lê

Wekî gelek karan, mixabin di karê amadekirina Rêbera Rastnivîsandinê ya Weqfa Mezopotamyayê (WM) de tişta ku diviya di serî de bihata kirin, dawiyê tê kirin. Piştî Rêbera WMê hat çapkirin û bi buhayekî “nehindik” dest bi firotina wê hat kirin, pêşî li ser medyaya civakî rexne lê hatin kirin û paşê jî li ser blogan û di rojname û kovaran de rexneyên li ser wê hatin weşandin.

Bi raya min, diviya ev di destpêka vî karî de bihata kirin yan jî pirtûka çapkirî, wekî pêşnûma/reşnivîs bihata pêşkêşkirin û beşdarên "Komxebata Kurmancîyê" piştî demeke diyarkirî, bi nirxandina rexneyan berhemeke tekûz pêşkêş bikira.

2/12/20

Xwendin û Dibistan û Dîplome


Sala 2009an yan 2010an bû. Li wê hêlê, ango li Hewlêrê konferansek dihat lidarxistin. Konferans li ser zimanê kurdî bû. Wekî di hişê min de maye, ne tenê li ser ziman, lê li ser ziman û wêjeya kurdî bû. Gelek zimanzan û wêjekarên naskirî û nenaskirî beşdar bûbûn.
Di wan rojên ku konferans li dar bû de, yekî ji wê hêlê, şarezayekî zimanê kurdî ku bi kurmancî û soranî û hewramî baş dizanî -wekî tê hişê min, ji aliyê dê ve hewramî bû-, gelekî hêrs û xemgîn bû ku ew nehatibû vexwendin. Sedema ku nehatibû vexwendin ew bû ku dîplomayeke wî tune bû.

1/12/20

Etîketa qehweyeke ji dawiya salên 1700î mayî: Chicorée au Kurde


Etîketa pakêta "chicorée au kurde"yê

Sal 2010 yan 2011 bû. Min û xwediyê Pirtûkxaneya Sarayê, hêja Goran Candan, ku me hev bi riya birayê min ê hêja Can Êzîdxeloyê şarazayê zaravayên kurdî nas kiribû, li Amedê hev dît. Kekê Goran, mala wî ava, etîketeke berhemeke ku li serî “chicorée au kurde” dinivîsand li gel çarçoveyeke delal, wekî diyarî da min. Wî wê demê pêşniyar kiribû ku ez bikevim pey şopa çîroka vê etîketê. Wê demê ji bilî hin agahiyên negirîng, ez negihîştim ti agahiyan.

Min li ser dîroka qehweyê hinek lêkolîn kir. Lê li ti deverê laqî qehweyeke bi navê “Qehweya Kurdî” nehatim. Di nivîseke ji salên 1860î mayî de, behsa rêbaza çêkirina “qehweya Yemenê” tê kirin. Di nivîsê de tê diyarkirin ku qehwe di ser Dewleta Osmanî re hatiye Ewropayê. Lê qehweya hatiye Ewropayê, ne ew qehweya ku îro dibêjinê “Qehweya Tirkî” ye lê “Qehweya Yemenê” ye ku îro jî li Ewropayê dibêjinê “Mokka”.

Bêyî ku ji mijarê dûr bikevim, dixwazim bi kurtî behsa Qehweya Tirkî û Qehweya Yemenê bikim.